Li Burkîna Fasoyê êrîşa terorê: 24 kuştî

Li eyaleta Soumê ku li bakurê Burkîna Fasoyê dikeve di êrîşa dijî baregeha eskerî da 24 esker hatin kuştin

Li Burkîna Fasoyê êrîşa terorê: 24 kuştî

Li eyaleta Soumê ku li bakurê Burkîna Fasoyê dikeve di êrîşa dijî baregeha eskerî da 24 esker hatin kuştin.

Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da derketin duh êvarê kesên çekdar li beldeya Koutougouyê êrîşî baregehê kirin û 24 esker hatin kuştin û 7 esker birîndar bûn.

Hat diyarkirin dijî êrîşkaran operasyonên ji esman û bejayê va dane destpêkirin.

Roch Marc Chrîstîan Kaboreyê Serokomarê Burkîna Fasoyê piştî êrîşî bi rayedarên eskerî ra civiya.

Kabore piştî civînê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir şerê dijî terorê şerekî dûr û dirêj e û got ku Burkîna Fasoyê herêma ku bûye hedefa terorê bi tenê nehêle.

Li Burkîna Fasoyê di 4 salên dawîn da ji ber êrîşên rêxistinên terorê ji 500î zêdetir kes hatine kuştin.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Tebax 2019, 16:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE