Li Burkîna Fasoyê îstifaya hikûmetê

Thîeba destnîşan kir ku Serokomar Kabore îstifaya wan qebûl kir.

Li Burkîna Fasoyê îstifaya hikûmetê

Hat ragihandin ku li Burkîna Fasohikûmetê îstifa kir.

Serokwezîr Paul Kaba Thîeba ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û ragihand ku wî îstifaya xwe û kabîneya xwe pêşkêşî Serokomar Roch Marc Christian Kabore kir.

Thîeba destnîşan kir ku Serokomar Kabore îstifaya wan qebûl kir.

Thîeba di mijdara sala 2015an da bi wezîfedarkirina Kabore hikûmet ava kir û di rêbendana sala 2016an da jî hikûmet ava kiribû.

Tê gotin ku sedema îstifakirina hikûmetê pirsgirêka ewlehiyê ye. Lewra ji sala 2015an vir va li welêt êrîşên terorê tên kirin.

Di êrîşan da li gor reqamên fermî heta niha herî kêm 300 kes hatin kuştin.

Ji 13 herêmên welêt li 7 herêman ji 1ê Rêbendanê vir va rewşa deresayî hatiye îlankirin.AA

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 12:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE