Li Calîfornîayê di nav 3 rojan da 2 erdhej

Li Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê di 4ê tîmehê da erd bi lerza 6,4an hejiyabû û piştî wê vê carê jî bi lerza 6,9an hejiya...

Li Calîfornîayê di nav 3 rojan da 2 erdhej

 Li Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê di 4ê tîmehê da erd bi lerza 6,4an hejiyabû û piştî wê vê carê jî bi lerza 6,9an hejiya.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) diyar kir ku 17 kîlomêtre li bakurê rojhilatê bajaroka Ridgecrestê erd bi lerza 6,9an hejiya.

Roja pêncşemê jî li Ridgecrestê erd bi lerza 6,4an hejiyabû û hatibû gotin ku di nav 20 salên dawîn da erdheja herî mezin a li calîfornîayê ev e.

Piştî erdheja mezin gelek caran erd bi lerzên piçûk hejiyabû, boriyên xetên av û xazê û rêyan zirar dîtibûn û li Ridgecrestê rewşa acil hatibû îlankirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE