Li Camû Keşmirê teyareya Hindistanê ket xwarê

Teyareyeke şer a Artêşa Hindistanê li Budgama herêma Camû Keşmirê ket xwarê...

Li Camû Keşmirê teyareya Hindistanê ket xwarê

 Hat ragihandin ku teyareyeke şer a Artêşa Hindistanê li Budgama herêma Camû Keşmirê ket xwarê.

PTIya ajansa xeberan diyar kir ku teyare di saet 10.00an da li tanga gundê Garend Kalaanê ket xwarê, bû du parçeya û agir pê ket.

Tê gotin ku di bûyerê da sivîlek û 2 pîlot mirin.

- Pakistanê gotibû qada hewaya wan îxlal kiriye

Hatibû ragihandin ku Hindistanê ji hewayê êrîşî kampa rêxistina Ceyşê Mihemedê ya li aliyê Pakistanê kir.

Tumgeneral Asif Xefurê Berdevkê Artêşa Pakistanê jî diyar kiribû ku teyareya şer a Hindistanê ji Mizeferabada herêma Keşmirê ra qada hewayê ya Pakistanê îxlal kir , 5-6 kîlomêtre kete qada welatê wan, piştî ku teyareyên Pakistanê midaxele kirin jî teyare revî aliyê Hindistanê û bombe avêt.

Xefur diyar kiribû ku bombeya teyareya Hindistanê di ser herêmeke Balakota li nêzî eyaleta Hayber-Pahtunhvayê da ket.

Xefur dîmenên herêma ku bombe di ser da ketibû rayê dabû û gotibû ku tiştek bi tu kesî nehat.

Li Hindistanê di 14ê sibatê de êrîşî konvoya paramilîsan kiribûn û di êrîşê da 44 esker hatibûn kuştin, 20 esker jî birîndar bibûn. Rêveberiya Delhiya Teze ji bo êrîşê sûc avêtibû ser Pakistanê, Pakistana ku êrîş şermezar kiribû jî sûc red kiribû.

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2019, 10:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE