Hat ragihandin ku li Cammu Keşmîra herêma Hindistanê li rawestgeheke otobêsan êrîşa bibombe hat kirin û herî kêm 18 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeya çapemeniya welêt, rayedarên polêsan diyar kir ku li Pulwama bajarê Keşmîrê li rawestgeha otobêsan êrîşa bibombe hat kirin û di teqîna bombeyê da herî kêm 18 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Polês diyar kir ku der heqê teqînê da lêpirsînê dest pê kir.
Di 14ê sibatê da li Pulwamayê li dijî hêza milîs a girêdayî teşkilata polêsan êrîşa bibombe hatibû kirin û 44 eskerên Hindistanê hatibûn kuştin.AA