Li çar aliyê dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 277 hezarî derbas bû

Li çar aliyê dinyayê ji 277 hezarî zêdetir kes bi vîrusa koronayê ya nû ya ku li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê, ketin

Li çar aliyê dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 277 hezarî derbas bû

 Li çar aliyê dinyayê ji 277 hezarî zêdetir kes bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya ku li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê, ketin.

Li ser malpera "Worldometer"ê ya daneyên rojane yên weqayên nû yên li welatên lê Kovîd-19 hatiye dîtin tê berhevkirin hat diyarkirin ku hejmara weqayan derkete 277 hezar û 300 kesan.

Li gor agahiyên ji ser malperê heta niha li seranserê dinyayê bi tevahî 11 hezar û 431 kes ji ber şewbê mirin û 91 hezar û 994 kes jî baş bûn.

Li gor agahiyên li ser malpera  "Worldometer"ê heta niha li Çînê 3 hezar û 255 kes, li Hong Konga Herêma Îdareya Taybet 4 kes, li Îtalyayê 4 hezar û 32 kes, li Îranê 1556 kes, li Îspanyayê 1356 kes, li Fransayê 450 kes, li Amerîkayê 275 kes, li Îngiltereyê 177 kes, li Koreya Başûr 102 kes, li Hollandayê 106 kes, li Almanyayê 68 kes, li Swîsreyê 57 kes, Japonyayê 43 kes, li Endonezyayê 38 kes, li Belçîkayê 37 kes, li Filipînan 18 kes, li Iraqê 17 kes, li Swîsreyê 16 kes, li San Marinoyê 14 kes, li Kanadayê 12 kes, li Cezayirê 11 kes, li Brezilyayê 11 kes, li Yewnanistanê 10 kes, li Danîmarkayê 9 kes, li Tirkiyeyê 9 kes, li Misrê 8 kes, li Awistralyayê 7 kes, li Norveçê 7 kes, li Ekvadorê 7 kes, li Awistiryayê 6 kes, li Portekîzê 6 kes, Polonyayê 5 kes, li Hindîstanê 5 kes, li Luksemburgê 5 kes, li Libnanê 4 kes, li Peruyê 4 kes, li Pakistanê 4 kes, li Macaristanê 4 kes, li Arjantînê 3 kes, li Bulgaristanê 3 kes, li Îrlandayê 3 kes, li Ukraynayê 3 kes, li Fasê 3 kes, li Malezyayê 3 kes, li Albaniyayê 2 kes, li Komara Dominîkê 2 kes, li Kosta Rikayê 25 li Tayvanê 2 kes, li Meksîkayê 2 kes, li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb 2 kes, li Sîngapurê 2 kes û li Îsraîl, Lîtvanya, Slovenya, Bahreyn, Tayland, Panama, Kuba, Moldova, Azerbeycan, Tûnis, Burkîna Faso, Martînîk, Jamaîka, Bangladeş, Gabon, Guadeloupe, Guatemala, Guyana, Curaçao, Gravên Cayman, Rûsya, Xirvatistan û Sûdanê jî her yekê kesek ji ber Kovîd-19ê mirin.

- Welatên hejmara weqayan ji hezar kesî zêdetir e

Di 24 saetên dawîn da hejmara weqayan herî zêde li Îtalya, Amerîka, Spanya, Almanya, Fransa, Swîsre û Îranê zêde bû û li gor weqayên di "Worldometer"ê da cih digirin welatên weqa ji hezarî zêdetir in jî ev in: 

"Li erdnîgariya Çînê 81 hezar û 8 kes, li Îtalyayê 47 hezar û 21 kes, li Spanyayê 21 hezar û 571 kes, li Almanyayê 19 hezar û 848 kes,  li Amerîkayê 19 hezar û 774 kes, li Îranê 19 hezar û 644 kes,   li Fransayê 12 hezar û 612 kes, li Koreya Başûr 8 hezar û 799 kes, Li Swîsreyê 5 hezar û 616 kes, li Îngiltereyê 3 hezar û 983 kes, li Hollandayê 2 hezar û 994 kes, li Awistiryayê 2 hezar û 690 kes, li Belçîkayê 2 hezar û 257 kes, li Norwêcê 1991 kes, li Japonyayê 1719 kes, li Swêdê 1639 kes û li Danîmarkayê 1255 kes, li Malezyayê 1183 kes, li Kanadayê 1087, li Awistiryayê 1068 kes û li Portekîzê jî 1020 kes"

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE