Li Cerablûsê bi motosîkletê êrîşa bibombe: 3 kuştî

Di dema xebatên îmhakirinê de bombeya li ser motosîkletê teqiya û 3 wezîfedar mirin û kesek jî birîndar bû.  

Li Cerablûsê bi motosîkletê êrîşa bibombe: 3 kuştî

Li Cerablusa ku li herêma Herekata Mertala Firatê da cî digire bi motosîkleteke bombebarkirî êrîşa terorê hat kirin. Di teqînê da 3 kes mirin û kesek jî birîndar bû. 

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin hildan, hêzên ewlehiyê li Cerablusa ku di çarçoveya Herekata Mertala Firatê da ji terorê hatibû paqijkirin duh li ser motosîkletê mekanîzmaya bombeyê ferq kirin.

Li ser vê 3 pisporên îmhakirina bombeyan yên ku girêdeyî Artêşa Azad a Sûriyeyê ne xwestin bombeyê îmha bikin.

Di dema xebatên îmhakirinê de bombeya li ser motosîkletê teqiya û 3 wezîfedar mirin û kesek jî birîndar bû.  

Tê têxmînkirin ku êrîş ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê va hatiye kirin. 

Li Ganduraya bajaroka Cerablûsê di 21 sibatê de dîsa êrîşeke bibombe hatibû kirin û di êrîşê da 5 pisporên îmhakirina bombeyan ên endamên AASyê hatibûn kuştin. 

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2019, 09:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE