Li seranserê cîhanê hejmara rehetbûyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 69 milyon derbas kir.
Li gorî "Worlmeter" malpera Înternetê ya ku daneyên Kovîd-19ê li ser tên belavkirin, li seranserê cîhanê hejmara rehetbûyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) gihişt 69 milyon û 10 hezar û 966an.
4 welatên ku li cîhanê herî zêde pêketî li wan hatin tesbîtkirin, di heman demê de bûn welatên ku herî zêde nexweş li wan rehet bûn.
Li DYAyê 14 milyon û 689 hezar û 427 li Hîndistanê 10 milyon û 244 hezar û 839, li Brezilyayê 7 milyon û 452 hezar û 47 û li Rûsyayê jî 3 milyon û 2 hezar û 26 kes ji vîrusê rehet bûn.
Herwiha li Tirkiyeyê jî 2 milyon û 277 hezar û 987 pêketî rehet bûn.
Hejmara rehetbûyan li Îtalyayê gihişt milyonek û 781 hezar û 917an, li Kolombiyayê milyonek û 754 hezar û 222yan, li Almanyayê milyonek û 716 hezar û 200î, li Arjantinê milyonek û 594 hezar û 768an, li Îngiltereyê milyonek û 558 hezar û 503yan, li Meksîkayê milyonek û 237 hezar û 321ê, li Polonyayê milyonek û 197 hezar û 34an, li Îranê milyonek û 131 hezar û 883yan û li Afrîkaya Başûr milyonek û 117 hezar û 452yan.
Li seranserê cîhanê dermankirina 25 milyon û 351 hezar û 870 kesî berdewam e.
Vîrusa ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin, di demeke kurt de li zêdetir 200 welat û herêman belav bû.
Hejmara pêketiyan 96 milyon û 422 hezar derbas kir û 2 milyon û 59 hezar û 659 kesan canê xwe ji dest da.AA