Li seranserê cîhanê hejmara kesên ku piştî ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin û rehet bûn 350 hezar derbas kir.
Li gorî agahiyên li ser malpera "Worldometer"ê ku daneyên derbarê pêketiyên nû yên Kovîd-19ê li welat û herêman berhev dike, Li seranserê cîhanê 353 hezar û 138 kes piştî bi Kovîd-19ê ketin, rehet bûn,
Hat tomarkirin ku herî zêde li Çînê nexweş rehet bûne, li wî welatî 77 hezar û 370 kes gihişt tendirustiya xwe.
Piştî welatên ku herî zêde yên ji vê nexweşiyê rizgar bûn hatin tomarkirin bi vê rêzê bû:
Îspanya (52 hezar û 165), Almanya (50 hezar û 557), Îran (32 hezar û 309), Îtalya (28 hezar û 470), DYA (24 hezar û 961) û Fransa (23 hezar û 206).
Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt milyonek û 589 hezar û 16an. Herwiha 94 hezar û 946 kesan jî canê xwe ji dest dan.
AA