Li Chicagoyê êrîşa biçek: 9 kuştî, 60 birîndar

Li Chicagoya ku lê festîvala muzîkê "Lollapalooza" ku li Amerîkayê ji festîvalên muzîkê yên mezin e tê lidarxistin, di du rojên dawîn da di êrîşên biçek da 9 kes hatin kuştin, 60 kes jî birîndar bûn.

Li Chicagoyê êrîşa biçek: 9 kuştî, 60 birîndar

Li bajarê Chicago yê Amerîkayê di du rojên dawîn da di êrîşên biçek da 9 kes hatin kuştin, 60 kes jî birîndar bûn.

Polêsê Chicagoyê der heqê êrîşên biçek ên ku dawiya hefteyê pêk hatin da daxuyanî da. Herwiha di herdu rojên ku êrîşên biçek hatin kirin da festîvala muzîkê "Lollapalooza" ku li Amerîkayê ji festîvalên muzîkê yên mezin e, bi rê va diçû.

Polês destnîşan kir ku li bajêr di navbera êvara înê û şeva yekşemê da êrîşên biçek hatin lidarxistin ku di encamê da 9 kes hatin kuştin û 60 kes jî birîndar bûn. Herwiha hat diyarkirin, di nava kesên ku hatin kuştin da keçeke 17 salî û zarokekî kurîn ê 11 salî jî hene.

Li Chicagoyê ji serê salê vir va 314 kes di êrîşên biçek da hatin kuştin, hezar û 769 kes jî birîndar bûn.

Li Chicagoya ku wekî "paytextê sûcê" yê Amerîkayê tê naskirin, par 2 hezar û 785 êrîşên biçek çêbûn ku di encamê da 674 kes hatibûn kuştin, 3 hezar û 567 kes jî birîndar bûbûn.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Tebax 2018, 09:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE