Di şewba koronavîrusa nû (2019-nCoV) ku li bajarê Vuhanê yê Çinê serî hilda û zû bi zû belayî seranserî welêt bû da hejmara miriyan derket 361an, ya kesên ku vîrusê tesîr lê kir jî derket 17 hezar û 205an.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî, di şewba ku li bajarê Vuhanê yê eyaleta Hubeyê serî hilda û zû bi zû bela bû da hejmara miriyan derket 361an. Hejmara kesên ku vîrus li wan geriya jî 2 hezar û 296 jê giran, derket 17 hezar û 205 kesan.
Herwiha ji kesên ku vîrusê tesîr lê kir, jê yên ku rewşa wan biguman e hejmara wan derket 21 hezar û 558an, yên ku hildan muşahedeyê jî hejmara wan derket 152 hezar û 700î.
Dîsa hejmara enfekteyan li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê derket 15an, li Herêma Rêveberiya Taybet Makauyê derket 8an û li Taywanê jî derket 10an.
- Di 24 saetên dawîn da 57 kes mirin
Li welêt ji ber koronavîrusa nû di 24 saetên dawîn da 57 kes mirin, 2 hezar û 829 weqayên nû hatin tesbîtkirin. Herwiha ji kesên ku mirin jê 350 kes û ji kesên ku vîrus li wan geriya jî jê 11 hezar û 177 kes li eyaleta Hubeyê ku li welêt binkeya navendî ya şewba koronavîrusê ye, hat tomarkirin. Li paytextê eyaletê Vuhanê jî hejmara weqayan derket 5 hezar û 142yan.
Ji ber şewbê gelek şîrketên rêhewayê seferên xwe yên Çinê rawestandibûn, Rêxistina Tenduristiya Cihanê jî "rewşa bilez a tenduristiya qamûya navneteweyî" ragihandibû.
AA