Li Çinê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 425an

Di 24 saetên dawîn da 64 kes mirin û ji 3 hezarî zêdetir nexweşên nû hatin tespîtkirin

Li Çinê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 425an

Li Çİnê ji ber şewba vîrusa koronayê (2019-nCoV) ya cureyeke nû ye, hejmara miriyan derkete 425an û vîrûs gihîşt 20 hezar û 438 kesan.

Li gor daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî (NHC) li hemû welêt ji ber şewba vîrusa koronayê hejmara miriyan derkete 425 kesan, rewşa 2 hezar û 788 kesan giran e û teqez e ku bi 20 hezar û 438 kesan ra jî şewba vîrusa koronayê heye.

 Hejmara kesên ku tê gumankirin bi wan ra vîrûs heye niha 23 hezar û 214 ye û çavdêriya li ser 171 hezar û 329 kesan jî dewam dike. Heta niha 632 nexweş hatin tedawîkirin û ber bi malên wan va hatin şandin.

- Di nav 24 saetên dawîn da 64 kes mirin

NHCê ragihand ku di nav 24 saetên dawîn da şewba koronayê bi 3 hezar û 235 kesan geriya û 64 kes jî ji ber heman şewbê mirin.

Hat gotin ku li eyaleta Huneyê ya navenda şewba vîrusa koronayêye heta niha 414 kesan can daye û hejmara weqiayên tespîtkirî jî gihîşt 13 hezar û 522 kesî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE