Li Çinê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 812an

Navê "zatureya vîrusa koronayê ya nû" dan vîrusa koronayê ya celeba nû

Li Çinê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 812an

Li Çinê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) hejmara kesên ku mirin derket 812an, hejmara kesên ku vîrus li wan geriya jî derket 37 hezar û 198an.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî (NHC), ji ber şewba ku navê wê yê nû wekî "zatureya vîrusa koronayê ya nû" (NCP) hat ragihandin ku li ser asta welêt bandora xwe her diçe xurtir dike, hejmara miriyan derket 812an, 6 hezar û 188 jê giran, hejmara kesên ku vîrus li wan geriya jî derket 37 hezar û 198an.

Bi vî va hejmara kesên ku guman heye vîrus gihîştiyê derket 28 hezar û 942yan. Herwiha hejmara kesên ji ber ku bi kesên vîrus gihîştiye wan ra temasa wan çêbû û lewma jî guman heye ku vîrus li wan jî geriyabe derket 188 hezar û 183yan.

Ji xeynî axa sereke ya Çinê, hejmara weqayan li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê derket 26an, li Herêma Rêveberiya Taybet Makauyê jî derket 10an.

- Di 24 saetên dawîn da 89 qurbanî

Herwisa hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da ji ber NCPyê li welêt 89 kes mirin û 2 hezar û 656 jî weqayên nû hatin tesbîtkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE