Li Çinê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 909an

Li Çînê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) hejmara kesên ku mirin derket 909an, hejmara kesên ku vîrus gihîşte wan jî derket 40 hezar û 171an.

Li Çinê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 909an

 Li Çînê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) hejmara kesên ku mirin derket 909an, hejmara kesên ku vîrus gihîşte wan jî derket 40 hezar û 171an.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî (NHC), ji ber şewba navê wê yê nû wekî "zatureya vîrusa koronayê ya nû" (NCP) hat binavkirin, jê yek li Hong Kongê tevahî hejmara miriyan derket 909an, 6 hezar û 500 jê giran, hejmara kesên ku vîrus gihîşte wan jî derket 40 hezar û 171an.

Di daxuyaniyê da hat gotin hejmara kesên ku jê dikevin şikê vîrus gihîştiyê wan derket 23 hezar û 589an. Hejmara kesên ji ber ku bi kesên vîrus gihîştiye wan ra temasa wan çêbûye û ji ber vê li wan dikevin şikê û tên kontrolkirin jî derket 187 hezar û 518yan.

Ji xeynî Çînê, hejmara weqayan li Herêma Rêveberiya Taybet a Hong Kongê derket 36an, li Herêma Rêveberiya Taybet a Makauyê jî derket 10an.

- Di nav 24 saetan da 97 kes mirin

Li giştiyê welêt di nav 24 saetan da 97 kesên din jî mirin û virûs gihîşte 3 hezar û 62 kesên din.

Li welêt heta niha 871 kes li Hubeyê mirin. Li eyaleta Heylongcîangê 7, li eyaleta Hinanê 6, li eyaletên Haynan û Anhuiyê 3, li eyaletên Hibey û Gansuyê 2, Siçuan, li eyaletên Şandong, Siçuan, Guîcou, Cîlîn, Guangdong, Hunan, Cîangşiyê jî kesek mir.

Li bajarê Pekîn û Çongçîngê 2 kes, li Şanghay û Tîencînê jî kesek mir.

Tirkiye jî di nav da gelek weletan welatiyên xwe ji Çînê anîn. Lê vîrus li dinyayê gelek welatan belav dibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE