Li Çinê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin gihîş 1666an

Li Çinê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) hejmara kesên ku mirin gihîşt 1666an û hejmara kesên ku vîrus gihîşte wan jî bû 68 hezar û 500.

Li Çinê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin gihîş 1666an

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî, ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû hejmara kesên ku jê dikevin şikê vîrus gihîştiyê wan derket 8 hezar û 228an, hejmara kesên ji ber ku bi kesên vîrus gihîştiye wan ra temasa wan çêbûye û ji ber vê li wan dikevin şikê û tên kontrolkirin jî derket 158 hezar û 764an.

Ji hêla din jê yek li Hong Kongê tevahî hejmara miriyan gihîşt 1666an.

Hat gotin 11 hezar û 272 jê giran, hejmara kesên ku vîrus gihîşte wan jî derket 68 hezar û 500an.

Hejmara kesên heta niha ji nexweşxaneyan taburcî bûn jî derket 9 hezar û 419an.

Ji xeynî Çinê, hejmara weqayan li Herêma Rêveberiya Taybet a Hong Kongê derket 84an, li Herêma Rêveberiya Taybet a Makauyê jî bû 10.

- Di nav 24 saetan da 142 kes ji ber vîrusê mirin

Li welêt ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) di nav 24 saetan da 142 kes mirin, tevahî 2 hezar û 9 kesên nû da vîrûs hat dîtin.

Ji miriyên nû jê 139 kes li eyaleta Hubeyê ya ku navenda vîrusa koronayê ye û 2 kes jî li paytext Pekîn û bajarê Çongçîngê ne.

Vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) di 12ê Çileya Pêşîn a 2019an da li eyaleta Hubeyê derketibû holê.

Türkiye jî di nav da gelek weletan welatiyên xwe yên li Çînê asê mabûn, anîbûn.

Ji ber ku vîrus li dinyayê gelek welatan belav bûbû, Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê rewşa acil îlan kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2020, 14:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE