Li Çînê di kana madenê da teqîn: 4 mirî

Li Çînê di kaneke komirê da teqîn çêbû, di encama teqînê da 4 kes mirin.

Li Çînê di kana madenê da teqîn: 4 mirî

Hat ragihandin ku li Çînê di kaneke komirê da teqîna xazê çêbû, di encama teqînê da 4 kes mirin, 9 kes jî winda ne.

Li gor xebera Şînhuaya ajansa nûçeyan, li Pancou bajarê eyaleta Guicouyê di kana komirê ya bi navê Zimuciayê da teqîn çêbû.

Ekîbên tenduristiyê û yên lêgerîn û xilaskirinê sewqî ciyê qezayê kirin û li ser bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE