Di daxuyaniya Îdareya Parka Neteweyî ya Galapagosa Ekvadorê weşand da hat gotin li Çiyayê Agirîn ê La Cumberê ku ser Girava Fernandînayê ye lerz û hêjên agirîn (volkanîk) hatin tesbîtkirin.
Hat gotin ku çiyayê agirîn piştî du salan ji nû va dest bi pekandina lawê kir.
Herî dawîn di sala 2018an da ji Çiyayê Agirîn ê La Cumberê yê bilindahiya wî 1476 mêtro ye agir pekiya bû.
Li Girava Fernandînayê mirov najîn lê girav ji bo gelek nebat û cureyên heywanên wek îguana û pengûenan mazûvaniyê dike.