Li Koreya Başûr ku ji welatên Asyayê ye, 8 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 2 kes mirin û herwiha li Çînê jî 16 pêketî hatin tesbîtkirin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîlêgirtina Afatê ya Koreya Başûr, li welêt di nava rojê da ji ber Kovîd-19ê 2 kes mirin, 8 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Derket holê ji pêketiyan 5 jê ew kes in ku ji dervayî welêt hatine.
Li welêt di rojên dawîn da hejmara pêketiyan her ku diçe kêm dibe û di 2 mehên dawîn da cara ewil hejmara pêketiyan berjêrî "yek xaneyî" bû. Herwiha hejmara giştî ya pêketiyan li welêt derket 10 hezar û 661an, ya miriyan jî derket 234an.
- Li Çînê di 24 saetên dawîn da 16 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê (NHC), li ser asta welêt di 24 saetên dawîn da 16 pêketiyên nû ku 9 jê çavkaniya wê dervayî welêt e, hatin tesbîtkirin.
Ji pêketiyên ku nava welêt hatin tesbîtkirin 6 jê li eyaleta Heylongciangê, yek jê jî li eyaleta Guangdongê ne.
Bi vî awayî li xaka sereke ya Çînê hejmara giştî ya pêketiyan derket 82 hezar û 735an, ya pêketiyên ku çavkaniya wê dervayî welêt e jî derket 1575an.
Li Çînê heta niha 4 hezar û 632 kes ji ber Kovîd-19ê mirin.
AA