Li Çînê 3, li Koreya Başûr 10 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin

Li Çînê 3, li Koreya Başûr 10 pêketiyên nû yên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin.

Li Çînê 3, li Koreya Başûr 10 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin

 Li Çînê 3, li Koreya Başûr 10 pêketiyên yên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê (NHC), li ser asta welêt di 24 saetên dawîn da 3 pêketiyên nû ku 2 jê çavkaniya wê dervayî welêt e, hatin tesbîtkirin, mirina nû ya ji ber Kovîd-19ê jî nehat tomarkirin.

Pêketiyê ku nava welêt hat tesbîtkirin, li eyaleta Heylongciangê ya li rojhilatê bakurê welêt derket.

Bi vî awayî li xaka sereke ya Çînê hejmara giştî ya pêketiyan derket 82 hezar û 830an.

Ji aliyekî din va hejmara pêketiyên ku çavkaniya wê dervayî welêt e jî derket 1636an.

Li Çînê heta niha 4 hezar û 633 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 77 hezar û 474 pêketî jî baş bûn.

- Li Koreya Başûr 10 pêketiyên nû

Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîlêgirtina Afatê ya Koreya Başûr, li welêt di 24 saetên dawîn da 10 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.

Li welêt heta niha 243 kes ji ber şewbê mirin, hejmara giştî ya pêketiyan jî derket 10 hezar û 738an.

Li welêt di rojên dawîn da hejmara pêketiyan her ku diçe kêm dibe û heta niha herî zêde pêketî li bajarê Daegu hatin tomarkirin, ji sedî 90î zêdetir kesên ku jiyana xwe ji dest dan jî kesên ji 60 salî jortir in.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE