Li Çînê balafira ku 132 kes tê da bûn, ket

Balafir ji Kunminga navenda eyaleta Yunnanê diçû Guangcouya navenda eyaleta Guandongê, lê li devera çiyayî ya Tinga navçeya bajarê Vucouyê ket.

Li Çînê balafira ku 132 kes tê da bûn, ket

Hat ragihandin ku li Çînê Boeing 737a balafira rêwiyan a Rêhewaya China Easternê bi 132 rêwiyan va ket.

Li gor daxuyaniya ku ji Îdareya Hewageriyê ya Çînê hat dayîn, 123 jê rêwî, 9 jê murettebat 132 kes di balafirê da bûn û balafir li Herêma Xweser a Guangşiyê ku dikeve başûrê welêt, ket.

Balafir ji Kunminga navenda eyaleta Yunnanê diçû Guangcouya navenda eyaleta Guandongê, lê li devera çiyayî ya Tinga navçeya bajarê Vucouyê ket.

Di balafira rêwiyan a bi tîpa "Boeing 737"ê da 123 rêwî û 9 murettebat hebûn.

Li ser înternetê hin dîmen hatin weşandin û li gor dîmenan ji herêma ku balafir lê ketiye dû radibe, kesên ku li balafirê digerin di rêya daristanê da rastî perçeyên balafirê tên.

Wisa tê zanîn ku Çîn ji aliyê hewageriyê va elatekî ewledar e û qezayên balafiran kêm tên dîtin.

Rayedarê Îdareya Hewageriyê ya Sivîlan Cu Tao di 19ê sibatê da daxuyanî da û diyar kir, balafirên şirketên rêhewaya Çînê ji 100 milyon saetî zêdetir bê qeza û bela firîne.

Li welêt herî dawî di 2010ê da, li bajarê Yîçunê yê eyaleta Heylongciangê ku dikeve bakurê rojhilatê welêt, balafira rêwiyan ketibû û di qezayê da 42 kes miribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE