Li Çînê bi lerza 6,9an erdhej çêbû

Li herêma xweser a Minyeun Huiya ser Çînhay a eyaleta Çînê bi şev bi lerza 6,9an erdhej çêbû û tiştek bi kesî nehat.

Li Çînê bi lerza 6,9an erdhej çêbû

Hat ragihandin ku li herêma xweser a Minyeun Huiya ser Çînhay a eyaleta Çînê bi şev bi lerza 6,9an erdhej çêbû û tiştek bi kesî nehat.

Li gor nûçeya ajansa Şînhûayê Navenda Torên Erdhêjê yên Çînê ragihand ku erdhej li herêma xweser a Minyeun Hîuyê 10 kîlometre di bin erdê da çêbû.

Alîkarê Serokê Îdareya Rêveberiya Afata Herêmî Guo Yong di daxuyaniya xwe da ragihand ku di lêkolînên heta niha li 5 gundên qasî 5 kîlometre nêzî navenda erdhejê hatin kirin da tu zirar û ziyan nehat tesbîtkirin.

Erdhej li Şînînga navneda eyaletê ku 136 kîlometre ji navenda erdhejê dûr bû jî hat hîskirin û wek tevdîr jî hin rêhesinên li eyaletê ji bo demekê hatin girtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE