Li Çînê cara ewil vîrusa koronayê di kesên nav welêt da nehat dîtin

Li Çînê cara ewil vîrusa koronayê ya nû ya ku li nav welêt peyda bibe, nehat tespîtkirin

Li Çînê cara ewil vîrusa koronayê di kesên nav welêt da nehat dîtin

Li Çînê cara ewil vîrusa koronayê ya nû ya ku li nav welêt peyda bibe, nehat tespîtkirin.

Li gor nûçeya ajansa Şînhuayê Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî li welêt di 34 kesan da vîrusa koronayê hat dîtin ku ev ne welatiyên Çînê ne, kesên ji dervayî welêt in.

Rayedarên Komisyonê daxuyandin li Pekînê di 21 kesan da, li Şanghayê di 2 kesan da, li Guangdongyê 9 kesan da, li Heylongciangê û Cîcîangê jî kesekî da vîrusa koronayê hat tespîtkirin, ew kes ji dervayî welêt in.

Rayedaran daxuyand duh hejmara kesên ji derva hatine û ev nexweşî bi wan ra heye jî gihîşt 189an.

Vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) cara ewil li Wuhana bajarê Amerîkayê di çileya pêşîn a 2019an da derketibû holê. Nexweşî di demeke nêzîk da li hemû welêt belav bûbû. Ji ber hejmara zêde ya ku li dinyayê belav dibe, Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê rewşa acil îlan kiribû û paşê daxuyandibû ku Kovîd-19 dikare wek "pandemî" bê binavkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE