Li Çînê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê tu kes nemir

Hat ragihandin ku li xaka sereke ya Çînê ku cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) lê derket, di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusê tu kes nemir.

Di daxuyaniya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê da hat diyarkirin ku li xaka sereke ya Çînê, 99 weqayên nû hatin tesbîtkirin ku 97 jê çavkaniya wan dervayî welêt e û 2 jê jî ji nava welêt e.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li welêt ji ber Kovîd-19ê mirina nû nehat qeydkirin û 50 kes jî piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê çûn malên xwe.

Di daxuyaniyê da herwiha hat destnîşankirin 1534 kesên ku temasa wan bi nexweşên enfekte ra çêbû û di bin çavan da hatin girtin jî ji çavdêriya tibî derketin.

Li Çînê ji destpêka şewbê û vir va di 82 hezar û 52 kesan da Kovîd-19 hat tesbîtkirin, ji ber vîrusê 3 hezar û 339 kes mirin û herwiha 77 hezar û 575 pêketî jî qenc bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE