Li rojhilatê bakurê Çînê li eyaleta Cilinê di depoya lojîstîk da şewat derket û 14 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya Xinhuayê, li paytextê eyaleta Cilinê Çangçunê di depoya lojîstîk da şewat derket.
Peywirdaran ragihand, di şewata li herêma pîşesaziyê ya Cingyueê da 14 kes mirin.
Hat diyarkirin, 26 birîndarên ku 12 jê rewşa wan giran e, rakirin nexweşxaneyên nêzîk.
Der heqê şewatê da lêpirsîn dan destpêkirin.
AA