Li Çînê Eyda Qurbanê

Li mizgeftên Çînê nimêja Eyda Qurbanê hat kirin.

Li Çînê Eyda Qurbanê

Li mizgeftên Çînê nimêja Eyda Qurbanê hat kirin.

Li Mizgefta Nîucîeyê ya herî mezin û kevn a li Pekîna peytextê Çînê nimêja Eyda Qurbanê hat kirin. Di nimêja eydê da mizgeft devedevî tijî û bû û tevdîrên ewlehiyê hatin hildan. Piştî nimêjê wezîfedaran qurban serjê kirin.

Ji ber ku li Pekînê ji bo Eyda Qurbanê bazara heywanan tune qismek Mislimanên ji Çînê li ser navê mizgeftê heywanan siparîş dikin. Heywanên ji qurbanê ji eyaletên Şandong û Hibey tên li mezbexaneyên mizgeftan tên serjêkirin.

Li Çînê 56 neteweyên cuda hene ji wan 10 netewe dînê Îslamê dihebînin. Kêmneteweyên wekî Huî (Mislimanên Çîn) Uyxur, Qixiz, Qazax, Tacik Tatar, Uzbek, Salar, Baoan û Dongşîang li herêmên bakur û bakurê rojavayê welêt dijîn.

Ji bo Huî û Uyxuran, Herêma Xweser a Ningşia Huiyê û Herêma Xweser a Uyxur Sîncanê hene û wekî mayîn li herêmên din dijîn jî îdareyên otonom ên piçûk hene.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Tebax 2019, 11:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE