Li Çînê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 2 hezar û 837an

Di nav 24 saetên dawîn da ji ber nexweşiyê 47 kes mirin, di 427 kesan da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin

Li Çînê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 2 hezar û 837an

Li Çînê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 2 hezar û 837an.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komisyona Tenduristiyê ya Neteweyî da hat diyarkirin ku li welêt di nav 24 saetên dawîn da ji ber nexweşiyê 47 kes mirin, di 427 kesan da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin.

Hat ragihandin ku 45 kes li Hubeyê mirin, kesek li Pekîna paytext û kesek jî li eyaleta Hinanê mir.

Li welêt hetanî nika duduyê wan li Hong Konga Herêma Îdareya Taybet bi tevahî 2 hezar û 837 kes mirin û 79 hezar û 251 kes jî bi Kovîd-19ê ketin.

Hejmara kesên şika Kovîd-19ê li ser hene dakete 1418an, hejmara kesên hildane kontrolê dakete 58 hezar û 233yan, hejmara kesên şandin malê wan jî derket 39 hezar û 2 kesan.

Xêncî navenda Çînê li Hong Kondê 94 li Makauya Herêma Îdareya Taybet 10 kes bi Kovîd-19ê ketin.

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Adar 2020, 11:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE