Li Çînê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin, derket 2 hezar û 983yan

Di daxuyaniya nivîskî ya Komisyona Tenduristiyê ya Neteweyî da hat diyarkirin ku li welêt di nav 24 saetên dawîn da ji ber nexweşiyê 38 kes mirin, di 119 kesan da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin.

Li Çînê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin, derket 2 hezar û 983yan

 Li Çînê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 2 hezar û 983yan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komisyona Tenduristiyê ya Neteweyî da hat diyarkirin ku li welêt di nav 24 saetên dawîn da ji ber nexweşiyê 38 kes mirin, di 119 kesan da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin.

Li welêt hetanî niha 2yê wan li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê bi tevahî 2 hezar û 938 kes mirin, 80 hezar û 270 kes jî bi Kovîd-19ê ketin.

Hat ragihandin 37 kes li Hubeyê mirin û kesek jî li Herêma Xweser a Mogolîstanê ya Navxweyî mir.

Hejmara kesên lê dikevin şikê Kovîd-19 bi wan ra heye bû 520, hejmara kesên hildane kontrolê dakete 36 hezar û 432an, hejmara kesên şandin malê wan jî derket 49 hezar û 856 kesan.

Kovîd-19 cara ewil li Vuhana bajarê Hûbeya eyaleta Çînê di 12ê Çileya Pêşîn a 2019an da hatibû tesbîtkirin, di demeke kin da li bajar û welatên din belav bûbû.

Tirkiye jî di nav da gelek welatan welatiyên xwe yên ku li vî bajarê Çînê asê mabûn, texliye kiribûn.

Şewb ji ber ku gelekî zû belav bûbû Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî "rewşa acil" îlan kiribû. 

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Adar 2020, 17:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE