Li Çînê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derkete 3 hezar û 161î

Di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 22 kes mirin, di 24 kesan da vîrus hat tesbîtkirin

Li Çînê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derkete 3 hezar û 161î

Li Çînê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa teze (Kovîd-19) mirin derkete 3 hezar û 161 kesan.

Di daxuyaniya Komisyona Tenduristiyê ya Neteweyî da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 22 kes mirin, di 24 kesan da vîrus hat tesbîtkirin.

Tehaviyê van kesên ji ber Kovîd-19ê mirin jî ji Hubeya eyaleta herî zêde nexweşî lê hat dîtin in, li tevahiyê welêt ji ber Kovîd-19ê 3 hezar û 161 kes mirin ji wan 3 kes ji Hong Konga Herêma Îdareya Taybet in.

Bi tevahî 80 hezar û 778 kes bi Kovîdê-19ê ketin rewşa 4 hezar û 492 kesan giran e, li ser 285 kesan şik heye dibe ku bi virusê ketibin, 14 hezar û 607 kes hildan mişahedeyê.

Xêncî navenda Çînê li Hong Konga Herêma Îdareya Taybet 120 kes bi vîrusê ketin, hejmara kesên ji dervayê welêt hatin û nexweşî bi wan ra heye jî derkete 79 kesan.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Adar 2020, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE