Li Çînê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 170yî

81 hezar û 947 kesên bi wan kesên vîrusa koronayê pê ra hene ra ketine têkiliyê jî tên raçavkirin

Li Çînê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 170yî

Li Çînê ji ber şewba vîrusa koronayê (2019-nCoV) ya cureyeke nû ye, hejmara miriyan derkete 170yî û vîrûs gihîşte 7 hezar û 711 kesan.

Li gor daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî li hemû welêt ji ber şewba vîrusa koronayê hejmara miriyan derkete 170yî.

Hat daxuyandin vîrûs gihîşte 7 hezar û 711 kesan ku ji van rewşa 1370 kesan giran e.

Komîsyonê daxuyand di 12 hezar û 167 kesan da şika vîrusê heye, 81 hezar û 947 kesên ku bi wan kesên vîrusa koronayê pê ra hene ra ketine têkiliyê jî tên raçavkirin.

Ji bilî Çînê li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê 10 kes, li Herêma Îdareya Taybet a Makaoyê jî 7 kes bi vê vîrusê ketin.

Di nav 24 saetan da di 1737 kesan da şewba vîrusa koronayê hat tespîtkirin û 38 kes mirin.

Heta niha 124 kes hatin dermankirin û ew şandin malê.

Li welêt heta niha 162 kes li Hubeyê mirin. Li eyaletên Siçuan, Haynan, Hibey, Heylongcîangê û bajarên Pekîn û Şanghayê kesek, li eyaleta Hinanê jî 2 kes mirin.

Li dinyayê jî şewba vîrusa koronayê belav dibe ku li Taylandê 14, li Japonyaê 11, li Sîngapurê 10, li Malezya û Avustralyayê 7, li Fransa û Amerîkayê 5, li Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereban, Koreya Başûr û Almanyayê 4, li Kanadayê 3, li Vietnamê 2, li Nepal, Kamboçya, Srî Lanka û Finlandiyayê jî kesek bi vê vîrusê ketin.

Şewba vîrusa koronayê ya cureyeke nû ye

Vîrusa koronayê cara ewil di 12ê çileya pêşîn da li bajarê Vuhanê ya li ser eyaleta Huneyê hatibû dîtin. Komîsyona Tenduristiyê ya Şaredariya Vuhanê di 31ê çileya pêşîn da ji ber ku 27 kesên din da ev vîrus hatiye dîtin, Bazara Alavên Behrê ya Huananê girtibû.

Vîrusa koronayê bi rêya bêhnstendin, bênijîn û kuxikê va belav dibe

Nîşaneyên vîrusa koronayê ew in; agirê zêde, êşa gewriyê, kuxik, pirsgirêka bêhnstendinê û îshal. Heke zêde pêşva here dibe sedema nexweşiya zatureyê û kêmasiya gurçikan.

Ev nexweşî ji ber ku ji sedî 80 dişibe vîrusa SARSê gel ditirse.

AA
Dîroka nûkirinê: 09 Çile 2020, 09:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE