Li Çînê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû mirin derket 637an

Li Çînê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) hejmara kesên ku mirin derket 637an.

Li Çînê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû mirin derket 637an

Li Çînê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) hejmara kesên ku mirin derket 637an.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî (NHC), 636 jê li axa sereke ya Çînê, 1 jê jî li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê, hejmara kesên ku ji ber 2019-nCoVê mirin, derket 637an.

- Vîrusa koronayê ya celeba nû 

Vîrusa koronayê ya celeba nû cara ewil li bajarê Vuhanê yê eyaleta Hubeyê 12ê berfanbarê hatibû tesbîtkirin. Komîsyona Tenduristiyê ya Şaredariya Vuhanê, 31ê berfenbarê daxuyandibû ku di 27 kesên din da jî ku çûbûn Bazara Berhemên Deryayê Hunananê nexweşiyeke "veşartî" hat dîtin û bazar girtibû.

Vîrus di kurtedemekê da ji Vuhanê belayî bajar û eyaletên din bûbû û ji ber vê çendê jî ji 22yê rêbendanê vir va Vuhan di serî da li çi mezin çi piçûk li 17 bajarên girêdayî eyaleta Hubeyê veguhestina komî hatibû rawestandin. Nifûsa bajaran bi tevahî digihîje 50 milyonî. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE