Li Çînê herî kêm 12 kes ji ber lehiyê mirin

Li gorî nûçeya ajansa dewleta Çînê Xinhuayê, li bajarê Zhengzhouyê yê Henanê piştî barana ku duh barî, lehî rabû û însan di ro da çûn.

Li Çînê herî kêm 12 kes ji ber lehiyê mirin

Li eyaleta Henanê ya li naverasta Çînê ji ber barana gumrah lehî rabû û di encamê da herî kêm 12 kes mirin.

Li gorî nûçeya ajansa dewleta Çînê Xinhuayê, li bajarê Zhengzhouyê yê Henanê piştî barana ku duh barî, lehî rabû û însan di ro da çûn.

Ekîbên lêgerîn û xilaskirinê heta niha li herêmên lehiyê lê da, cesedên 12 kesan dîtin, zêdeyî 100 hezar kesî jî li herêmên ewle hatin bicihkirin.

Di vîdeoyên ku li ser medyaya civakî der heqê lehiyê hatin parvekirin da jî xuya kir ku kuçeyên Zhengzhouyê bûn gol û wesayît di avê da çûn xwarê.

Di daxuyaniya nivîskî ya rêveberiya herêmî ya Zhengzhouyê da hat diyarkirin ku kontrolkirina lehiyê pir zehmet e û asta bobelatê awarte bilind e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE