Li Çînê ji ber Kovîd-19ê 3 hezar û 172 kes mirin

Li Çînê hejmara kesên ku ji ber şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin derket 3 hezar û 172yan.

Li Çînê ji ber Kovîd-19ê 3 hezar û 172 kes mirin

Di daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî da hat ragihandin ku ji ber şewbê di 24 saetên dawîn da 11 kes mirin, 15 weqayên nû hatin tesbîtkirin.

Ji kesên ku mirin 10 jê li eyaleta Hubeyê, yek jê jî li eyaleta Şaanşiyê mirin. Bi vî awayî hejmara yekûn a miriyan a li welêt 3 jê li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê, derket 3 hezar û 172yan û herwiha weqayên Kovîd-19ê jî derketin 80 hezar û 793yan.

Dîsa li welêt hejmara kesên ku guman heye Kovîd-19 kişiyaye wan, berjêrî 253yan, hejmara kesên di bin mişahadeyê da jî berjêrî 13 hezar û 701an bû. Herwiha hejmara nexweşên ku qenc bûn û hatin tabûrcîkirin jî derket 62 hezar û 793yan.

Ji xeynî axa sereke ya Çînê, hejmara weqayan li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê derket 129an.

Kovîd-19 ku cara ewil 12ê Berfanbara 2019an li eyaleta Hubeyê ya Çînê li bajarê Vuhanê hatibû tesbîtkirin, di kurtedemkê da li bajar û welatên din belav bûbû. Li ser vê yekê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê "rewşa bilez" ragihandibû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE