Li Çînê ji ber Kovîd-19ê 3 hezar û 213 kes mirin

Hat ragihandin ku li Çînê hejmara kesên ku ji ber şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin derket 3 hezar û 213an.

Li Çînê ji ber Kovîd-19ê 3 hezar û 213 kes mirin

 Hat ragihandin ku li Çînê hejmara kesên ku ji ber şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin derket 3 hezar û 213an.

Di daxuyaniya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî da hat destnîşankirin ku ji ber şewbê di 24 saetên dawîn da tevahiya wan li eyaleta Hubeyê 14 kes mirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li axa sereke ya Çînê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê mirin derket 3 hezar û 213an û herwiha di rojeke dawîn da bi tesbîtkirina 16 weqayên nû va hejmara weqayan derket 80 hezar û 860an û ji van jî 9 hezar û 898 jê di bin tedawiyê da ne.

Herwisa di daxuyaniyê da hat gotin ku heta niha hejmara nexweşên ku qenc bûn û hatin tabûrcîkirin jî derket 67 hezar û 749an.

Ji xeynî axa sereke ya Çînê, hejmara weqayan li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê ku 4 kes ji ber vîrusê mirin, derket 148an.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Adar 2020, 10:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE