Li Çînê ji ber şewba Kovîd-19an heta niha 1524 kes mirin

Li Çînê hejmara kesên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, derket 1524an hejmara kesên vîrus bi wan geriya jî derket 66 hezar û 492an.

Komîsyona Tenduristiya Neteweyî (NHC) ya Çînê der heqê rûdanên dawîn ên şewba Kovîd-19an da daxuyanî da û ragihand ku hejmara gumanbarên dihat payîn bi wan ra şewb heye 8 hezar û 689 kes daket û hejmara kesên bi heman hincetê di bin muşahadeyê da bûn jî daket 169 hezar û 39an.

Li seranserê welêt hejmara kesên îhtimal e ku nexweşî bi wan geriyabe û kesên di bin muşahadeyê da bûn bi lez û bez kêm dibe lê hejmara miriyan jî yek jê li Hong Kongê bi tevahî gihîşt 1524an.

Di vê navberê da hejmara kesên teqez şewba Kovîd-19an bi wan geriya jî gihîşt 66 hezar û 492an û ji wan jî rewşa 8 hezar û 969 kesan giran e.

Di 24 saetên dawîn da 143 kes mirin û hat tespîtkirin ku nexweşî bi 2 hezar û 277 kesên nû geriyaye. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE