Li Çînê ji ber vîrusa koronayê ya nû hejmara miriyan bû 491

 Li Çînê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) hejmara kesên ku mirin derket 491an, hejmara kesên ku vîrus li wan geriya jî derket 24 hezar û 324an.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî (NHC), 490 jê li axa sereke ya Çînê, 1 jê jî li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê, hejmara kesên ku ji ber 2019-nCoVê mirin, derket 491ê.

Bi vî va hejmara kesên ku vîrus lê geriyaye derket 24 hezar û 324an. Herwiha hejmara kesên ku guman heye vîrus gihîştibê derket 23 hezar û 260an, hejmara kesên ku hildan muşahedeyê jî derket 185 hezar û 555an.

Dîsa ji xeynî axa sereke ya Çînê, hejmara enfekteyan li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê derket 18an, li Herêma Rêveberiya Taybet Makauyê jî derket 10an.

- Di 24 saetên dawîn da 65 qurbanî

Herwisa NHCyê ragihand ku di 24 saetên dawîn da ji ber şewbê 65 kes mirin, ji 3 hezarî zêdetir weqiayên nû hatin tesbîtkirin. Dîsa hat destnîşankirin ku ji van weqiayan jê rewşa 431an giran e.AA

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2020, 16:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE