Li Çînê jimara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 106an

Li Çînê ji ber Coronavîrusa nû (2019 nCoV) ya ku li Vuhana bajarê Çînê derket holê û meriv ji hev hildidin, jimara kesên ku mirin derket 106an

Li Çînê jimara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 106an

Li Çînê ji ber Coronavîrusa nû (2019 nCoV) ya ku li Vuhana bajarê Çînê derket holê û meriv ji hev hildidin, jimara kesên ku mirin derket 106an.

Li gor daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî, Herêma Xweser a Tîbetê ne têda, li tevahiya welêt vîrusa coronayê kişiya 4 hezar û 515 kesan û ji van rewşa 976 kesan giran e.

Li gor ragihandinê şik û guman heye ku vîrus kişiyabe 6 hezar û 973 kesan û ji ber ku têkiliya wan bi kesên vîrus kişiyanê ra çêbûne jî 44 hezar û 132 kes hildane binê mişahedeyê. 

Ji bilî Çînê, li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê di 8 kesan da, li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê di 7 kesan da, li Tayvanê jî di 5 kesan da vîrus hat tesbîtkirin. 60 kesên ku vîrus kişiyabûnê û hatin tedawîkirin jî ji nexweşxaneyan şandin malên wan.

Li tevahiya welêt jimara kesên ku mirin jî derket 106an, tenê li eyaleta Hubeyê ya ku bajarê Vuhanê girêdayî wê ye jî jimara kesên mirin 100 e, jimara kesên ku vîrus kişiyanê jî 2 hezar û 714 kes in.

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2020, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE