Li Çînê jimara kesên ku ji ber şewba Kovîd-19ê mirin derket 2 hezar û 945an

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî, li welêt di 24 saetên dawîn da 31 kes ji ber şewbê mirin, di 125 kesên nû da vîrus hat tesbîtkirin.

Li Çînê jimara kesên ku ji ber şewba Kovîd-19ê mirin derket 2 hezar û 945an

Li Çînê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 2 hezar û 945an.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî, li welêt di 24 saetên dawîn da 31 kes ji ber şewbê mirin, di 125 kesên nû da vîrus hat tesbîtkirin.

Bi van kesên dawîn va li welêt bi tevahî 2 hezar û 945 kes mirin, ji van 2 kes ji Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê ne. Jimara kesên ku vîrus kişiyayê jî derket 80 hezar û 151an. Ji van rewşa 6 hezar û 806 kesan giran e.

Jimara kesên şik û guman li ser hene ku vîrus kişiyaye wan jî daket 587 kesan, jimara kesên ku di binê mişahedeyê da ne jî daket 40 hezar û 651 kesan. Kesên ku vîrus di wan da hat dîtin, qenc bûn û şandin malên wan jî derket 47 hezar û 204 kesan.

Ji bilî axa Çînê li Hong Kongê jimara kesên ku vîrus kişiyayê derket 100î.

Kovîd-19 cara ewil li Vuhana bajarê Hûbeya eyaleta Çînê di 12ê berfanbara 2019an da hatibû tesbîtkirin, di demeke kin da li bajar û welatên din belav bûbû. Tirkiye jî di nav da gelek welatan welatiyên xwe yên ku li vî bajarê Çînê mehsûr mabûn, texliye kiribûn.

Li ser vê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê "rewşa acil" îlan kiribû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE