Li Çînê teqîn: 10 mirî, 19 birîndar

Li Hinana eyaleta Çînê di fabirqeyeke xazê da teqîn çêbû, di teqînê da 10 kes mirin, 19 kes birîndar bûn

Li Çînê teqîn: 10 mirî, 19 birîndar

Li Hinana eyaleta Çînê di fabirqeyeke xazê da teqîn çêbû, di teqînê da 10 kes mirin, 19 kes birîndar bûn.

Li gor xebera ajansa Şînhuayê, li Yîmaya bajaroja Hinanê di fabirqeyeke xazê da teqîn çêbû û di encama teqînê da 10 kes mirin, 19 kes birîndar bûn, ji 5 kesan jî tu xeberek nayê hildan.

Hat ragihandin ku cihazeke fabirqeya Coal Gas Co. Ltd.yê bû sedema teqînê. Birîndar rakirin nexweşxaneyê, hikûmeta herêmî diyar kir ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin. Der barê nasnameya kesên di teqînê da mirin da daxuyanî nehat dayîn.

Piştî teqîna di fabirqeya li bajaroka Yîmayê da çêbû li herêma 3 kîlomêtreqereyî avahiyan zirar dîtin.

Di dîmenên li ser medyayê hatin weşandin da tê dîtin ku dûmaneke sipî ji herêmê bilind dibe.

Li Çînê di meha adarê da tesîseke kîmyewî teqiyabû, di teqînê da 78 kes miribûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE