Li Çînê vîrusa koronayê ya nû: 1114 mirî

Li Çînê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû mirin derket 1114an.

Li Çînê vîrusa koronayê ya nû: 1114 mirî

 Li Çînê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) hejmara kesên ku mirin derket 1114an, hejmara kesên ku vîrus gihîşte wan jî derket 44 hezar û 653an.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî (NHC), ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû jê yek li Hong Kongê tevahî hejmara miriyan derket 1114an.

Hat gotin 8 hezar û 204 jê giran, hejmara kesên ku vîrus gihîşte wan jî derket 44 hezar û 653an.

Di daxuyaniyê da hat gotin hejmara kesên ku jê dikevin şikê vîrus gihîştiyê wan derket 16 hezaran. Hejmara kesên ji ber ku bi kesên vîrus gihîştiye wan ra temasa wan çêbûye û ji ber vê li wan dikevin şikê û tên kontrolkirin jî derket 185 hezar û 37an.

Ji xeynî Çînê, hejmara weqayan li Herêma Rêveberiya Taybet a Hong Kongê derket 49an, heta îro jî 4 hezar û 740 nexweş hatin taburcîkirin.

Li welêt di nav 24 saetan da 97 kes ji ber vîrusê mirin.

Li Çînê tevahî 2 hezar û 15 kesên nû da vîrûs hat dîtin ku jê 1638 kes li eyaleta Hubeyê ya ku navenda vîrusa koronayê ye ne.

Tirkiye jî di nav da gelek weletan welatiyên xwe yên li Çînê asê mane anîbûn. Ji ber ku vîrus li dinyayê gelek welatan belav bû, Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê rewşa acil îlan kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2020, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE