Li Çînê vîrusa koronayê:723 mirî

Li Çînê hejmara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) mirin derket 723an û hejmara kesên vîrus bi wan geriyaye jî derket 34 hezar û 546an.

Li Çînê vîrusa koronayê:723 mirî

Li Çînê hejmara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) mirin derket 723an û hejmara kesên vîrus bi wan geriyaye jî derket 34 hezar û 546an.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî (NHC) ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin derket 723an, vîrus bi 34 hezar û 546 kesan geriyaye û ji wan jî rewşa 6 hezar û 101 kesî pir cidî ye.

Ji hêla din va tê gumankirin şewba vîrusa koronayê bi 27 hezar û 657 kesan geriya be û ji ber vê jî 189 hezar û 660 kes jî wek gumanbar di bin çavdêriyê da ne.

Vîrus di kurtedemekê da ji Vuhanê belayî bajar û eyaletên din bûbû û ji ber vê çendê jî ji 22yê rêbendanê vir va Vuhan di serî da li çi mezin çi piçûk li 17 bajarên girêdayî eyaleta Hubeyê veguhestina komî hatibû rawestandin. Nifûsa bajaran bi tevahî digihîje 50 milyonî. 

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 13:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE