Li Çînê vîrusa koronayê:di nav 24 saetan da 71 kes mirin

Li Çînê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 2 hezar û 665an.

Li Çînê vîrusa koronayê:di nav 24 saetan da 71 kes mirin

Li Çînê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 2 hezar û 665an.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî li welêt ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di nav 24 saetan da 71 kes mirin, tevahî di 508 kesên nû da vîrûs hat dîtin.

Jê 2 li  Herêma Taybet a Hong Kongê tevahî hejmara miriyan gihîşt 2 hezar û 665an. Li welêt hejmara weqiayan derket 77 hezar û 658an.

27 hezar û 323 kes li nexweşxaneyan tedawî bûn û şandin malê.

Hejmara kesên lê dikevin şikê vîrus bi wan ra heye bû 2 hezar û 824, yên li nexweşxaneyan tên raçavkirin jî dakete 87 hezar û 902yan.

Ji bilî Çînê li Hong Kongê 81 û li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî 10 kes bi vê nexweşiyê ketin.

- Ji ber şewba vîrusa koronayê civînên meclisê yên salane hatin taloqkirin

Li Çînê civînên girîng ên wek Kongreya Gel a Neteweyî û Konferansa Şêwirmendiya Siyasî ya Gel a Çînê yên di meha adarê da pêk bihatana ji ber Kovîd-19yê duh hatibûn taloqkirin.

Vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) di 12ê Çileya Pêşîn a 2019an da li eyaleta Hubeyê derketibû holê.

Tirkiye jî di nav da gelek weletan welatiyên xwe yên li Çînê asê mabûn, anîbûn.

Ji ber ku vîrus li dinyayê gelek welatan belav bûye, Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê rewşa acil îlan kiriye. AA

Dîroka nûkirinê: 25 Çile 2020, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE