Wezîrê Tenduristiyê Magnus Heunicke diyar kir ku li welêt 31 cureyên cuda yên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatin dîtin.
Heunicke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, di van rojên dawîn da 15 cureyên cuda yên Kovîd-19ê hatin dîtin û li Danîmarkayê heta niha 31 cureyên cuda yên vîrusa koronayê hatin dîtin.
Li Danîmarkayê digel B117ya cureya ku li Îngiltereyê derket, mutasyon derbas kir û zûtirî bela dibe, cureya B1351ê ya li Afrîkaya Başûr derket û cureya P1ê ku li Brezîlyayê hat dîtin jî derketiye.
AA