Li Danîmarkayê 4 hezar elok ji ber şewba çûkan tên îtlafkirin

Li Danîmarkayê cara ewil e ku şewba çûkan di elokan da hat dîtin.

Li Danîmarkayê 4 hezar elok ji ber şewba çûkan tên îtlafkirin

Hat ragihandin, li Danîmarkayê di çewlikekê da piştî ku vîrusa şewba çûkan (H5N8) hat tesbîtkirin, îtlafkirina 4 hezar elokan dest pê kir.

Li gor daxuyaniya ku ji Îdareya Xida û Kontrolê hat dayîn, li gundê Lundbyê ku nêzî bajaroka Skaelskora 120 kîlomêtre dûrî paytext Kopenhagê ye, di çewlikeke ku nêzî 50 hezarî elok tê da hene da vîrusa şewba çûkan hat dîtin.

Di çewlikê da elok di 10 pînikên cuda da tên xwedîkirin. Vîrusa şewba çûkan di pînikekê da hat dîtin û îtlafkirina 4 hezar elokên vê pînikê dest pê kir.

Elokên din ên çewlikê tên şopandin û li herêmê tevdîr hatin hildan.

Li Danîmarkayê ji mijdara 2020î vir va cara 8em ku şewba çûkan hat dîtin, vîrus cara ewil di elokan da hat tesbîtkirin.

Îdareya Xida û Kontrolê li ser îhtimala ku şewba çûkan ji çûkên koçber kişiyabe, disekinin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE