Cureya vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) ya mutasyon derbas kirî ku ewilî li Afrîkaya Başûr hat dîtin li Danîmarkayê bi 5 kesan ra hat tespîtkirin.
Wezîrê Tenduristiyê Magnus Heunicke ji ser hesabê we yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku bi 5 kesên ji dervayê welêt hatine Danîmarkayê ra B.1.351 a cureya şewba Kovîd-19ê ya zû belav dibe, hat tespîtkirin.
Heunicke destnîşan kir ku ew 5 kes û kesên bi wan ra têkilî danîne di tecrîdê da ne.
Li Danîmarkayê berê jî B.1.351 a cureya şewba Kovîd-19ê ya ku li Îngiltereyê hebû hatibû tespîtkirin.
AA