Li Danîmarkayê ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 13ê adarê vir va mizgeft girtî bûn û cardin seba îbadetê vebûn.
Li Danîmarkayê piştî ku hikûmetê qedemeya 2yemîn a vegera jiyana normal kir dewrê, Wezareta Dêrê ya Danîmarkayê destûr da ku li dêr û mizgeftê bi komî îbadet werin kirin.
Piştî ku tevdîr hatin sistkirin, piraniya mizgeftên ku cimaeta wan ji Tirkiyeyê çûne vebûn û lê nimêja terawîhê hat kirin.
Cimaetê di mizgeftan da guh da tevdîrên rêziknameya Kovîd-19ê ya ku Wezareta Dêrê amade kiriye. Li gor rêziknameya wezaretê, di mizgeftê da 4 mêtreyan cihekê kesek disekine, divê cimaet guh bide mesafeya civakî û kesên ku diçin mizgeftê, divê destê xwe dezenfekte bike.
AA