Li Deriyê Sînor Cilvegozuyê trafîqa eydê dest pê kir

Deriyê Sînor Cilvegozu ku rojê 5 hezar kes dikare derbasî aliyê din bibe, dê heya 19ê tebaxê roja yekşemê vekirî be.

Li Deriyê Sînor Cilvegozuyê trafîqa eydê dest pê kir

Li Deriyê Sînor Cilvegozu yê li Reyhanliya navçeya Hatayê trafîqa Sûriyeyiyên ku ji bo Eyda Qurbanê diçin welatê xwe, dest pê kir.

Sûriyeyiyên ku dixwazin eyda xwe li welatê xwe derbas bikin, ji serê sibê pê da hatin ber derî.

Koçber li vê derê di kordîneya eskerên Tirkiyeyê û peywirdarên gumrikê da kom bi kom çûn ber derî.

Sûriyeyiyên ku pêş da ji ser înternetê randevu standine, li ber derî pasaport, belgeya qeyda pêşîn û qartê danasînê yê ji bo biyaniyan nîşanî peywirdaran dan û derbasî aliyê din ê sînor bûn.

Li deriyê sînor rojê 5 hezar kes dê bikaribe derbas bibe.

Ehmed Nahasê Sûriyeyî yê ji bo ku derbasî welatê xwe bibe, li ber deriyê gumrikê disekine, ji peyamnêrê AAyê ra got ku ew hem ji bo eydaniyê û hem jî ji bo ziyareta eqrebayan diçe.

Nahas diyar kir ku ew ê derbasî Îdlibê bibe û wiha dewam kir, "Ez dibêjim ez eyd dê hem ji bo welatê min û hem jî ji bo Tirkiyeyê bi xêr bibe. Em dixwazin şer biqede, em ji bo vê yekê dia dikin. Em dizanin ku li Şam û Helebê li hin ciyan hê jî şer dewam dike, lêbelê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan esker şand Îdlibê. Li wê derê niha şer tuneye, em jî diçin Îdlibê, ji ber vê yekê Esed li Îdlibê naxe."

Nahas got ku li Tirkiyeyê miemeleya li hemberî Sûriyeyiyan qenc e û lewma hemû Sûriyeyî deyndarê Tirkiyeyê ne.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Tebax 2018, 17:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE