Li Deşta Harranê hilberîna fistiqan dest pê kir

Li bajêr 5 cotkaran li ser erdekî 200 donimî fistiq danîn û ew bendê ne ku piştî demeke kurt ew dest bi berhevkirina wan bikin.

Li Deşta Harranê hilberîna fistiqan dest pê kir

 Li Deşta Harranê ya ku yek ji wan navendên girîng ên çandiniyê ye cotkaran dest bi hilberîna fistiqan kir.

Ji ber Projeya Anadoluyê ya Başûrê Rojhilat (GAP) li Şanliurfayê avdana zeviyan hêsantir bû, ji ber vê jî çandiniya pembû, garis, genim, ceh û nîskên sor jî li gor berê pêşva çû.

Ji bilî van tiştan cotkaran bi pêşniyaza Odeya Ziraetê ya Harranê fistiq reşandin.

Li bajêr 5 cotkaran li ser erdekî 200 donimî fistiq danîn û ew bendê ne ku piştî demeke kurt ew dest bi berhevkirina wan bikin.

Serokê Odeya Ziraetê ya Harranê Mahmut Ozyavuz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku Deşta Harranê axeke bibereket e û wiha dewam kir: "Li vir bi tenê garis, pembû û genim hêşîn nabe. Bi çandiniya fistiqan va jî vê derê nîşan da ku ew deşt reqîbê Osmaniye û Hatayê ye. Wek hûn jî dibînin fistiq pir baş digîhîjin. Ji vir pê va çandiniya fistiqan wê zêde bibe. Wek Odeya Ziraetê ya Heranê em her tim li cem cotkarên xwe bûn ku em ê di vê mijarê da jî bi endezyarên ziraetê va agahiyên hewce dikin, bidin cotkarên xwe. Di salên pêş me da înşallah em ê bibînin ku Deşta Heranê wê bibe cihekî herî zêde lê fistiq tê bidestxistin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE