Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku PKKya rêxistina terorê bi roketê êrîşê Amediya navçeya Dihokê kir û 2 kesan di êrîşê da jiyana xwe ji dest dan.
Yekîneya Antî-Terorê ya HKIyê der barê mijarê da ji ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Îşev terorîstên PKKyî 2 roket avêtin gundê Erednaya li bajaroka Bamerniya li ser Amediyê. Di êrîşê da 2 welatiyên sivîl şehîd ketin, 2 kes jî birîndar bûn."
AA