Li dijî Îdlibê êrîşa asîmanî

Li Sûriyeyê di êrîşên asîmanî yên dijî deverên sivîl ên li "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" da ji heman malbatê 5 sivîl birîndar bûn

Li dijî Îdlibê êrîşa asîmanî

Li Sûriyeyê di êrîşên asîmanî yên ku bi şev li dijî deverên sivîl ên li "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" hatin kirin da ji heman malbatê 3 jê zarok 5 sivîl birîndar bûn.

Li devera ku dikeve nava "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" derengiya şevê li dijî bajarokê Urem El Cuz ê girêdayî navçeya Erîha a li başûrê Îdlibê, gundê Bsenkul û dewrûbera herêma Cebel El Erbaînê êrîşa asîmanî hat kirin.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Serspî) hat wergirtin, di êrîşan da ji heman malbatê 3 jê zarok 5 sivîl birîndar bûn.

Çavdêrxaneya balafiran a mixalifan jî ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir, "Du balafirên şer yên Ûris ku ji baregeha Himeymîm a li Lazqiyeyê rabûn, êrîşî Urem El Cuz, Bsenkul û dewrûbera Cebel El Erbaînê kirin."

Li gorî rapora ku Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) di 2yê Nîsanê da weşand, di êrîşên rejima Esed, komên terorîst ku Îran piştevanê wan e û Rûsyayê da meha adarê 135 sivîl hatin kuştin.

Hêzên rejimê ligel rêkeftina Soçiyê, êrîşên xwe didomînin. Ew berpirsyariya Rûsyayê ku di çarçoveya peymana Astanayê da bû garantorê rejima Esed, heye ku rê li êrîşên rejimê bigire. Mixalifên eskerî jî di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ku 17ê Îlona 2018an hatibû îmzekirin da çekên xwe yên giran di 10ê Cotmeha 2018an da ji herêmê derxistibûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE