Li dijî Îdlibê êrîşên esmanî: 14 kuştî

Li Îdlibê di 24 seatên dawî de 14 sivîl mirin, 26 kes birîndar bûn...

Li dijî Îdlibê êrîşên esmanî: 14 kuştî

Di 24 seatên dawî de hêzên rejîmê, bi balafiran êrîş bir ser 50 navçe û gundên li başûrê idlîbê. di êrîşan de 14 sivîl mirin, 26 kes jî birîndar bûn.

Başûrê Idlîbê wek herêma bêçek û bêpevçûn hatibû îlankirin.

Tevî vê yekê Rejîma Esed êrîşan dibe ser herêma kêmkirina rageşiyê.

Rejîmê sivîl hedef girtin, him ji hewayê him jî ji bêjayê êrîş bir ser 18 navçe, bajarok û gundan.

Di 24 seatên dawî de 6 ji wan zarok 14 kesan jiyana xwe ji dest da, 26 kes jî birîndar bûn.

Rejîm ji 25ê Nîsanê û vir ve êrîşan dibe ser Başûrê Idlîbê. Heta niha bi giştî 471 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ji ber êrîşan bi hezaran sivîlan cih û warên xwe terikandin.

Li gorî çapemeniya herêmî, heta niha 355 hezar kesî xwe spartiye cihên ewle.

Dîroka nûkirinê: 06 Tîrmeh 2019, 18:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE